CDK-F’ê bang li hilbijêrên li Fransayê kir ku seferber bibin
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê banga "seferberiyê" kir.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê banga "seferberiyê" kir.
CDK-F'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de qonaxeke girîng e û bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di tûra yekemîn de nehat hilbijartin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, têk çûna Erdogan a tûra duyemîn "ji bo muxalefetê wê bibe serkeftinek girîng."
CDK-F’ê got, "Em bawer dikin ku ev meyl îhtîmala guhertinên siyasî yên girîng li Tirkiyeyê nîşan dide û em amade ne ku piştgiriyê bidin vê gavê."
CDK-F'ê diyar kir ku, ji bo tûra dûyemîn a dengdayînê li Fransayê wê di navbera 20-24'ê Gulanê de pêk bê û bal kişand ku ji sedî 40 kes neçûne ser sindoqan. CDK-F’ê got, "Em di wê baweriyê de ne ku piraniya van kesên ku deng nedane ji Kurdan û dijberên Recep Tayyîp Erdogan tên."
Ji ber vê yekê CDK-F'ê banga 'seferberiyê' ji bo tûra duyemîn kir û got, "Em bang li hemû pêkhateyên Kurd ên li Fransayê dikin ku di vê hilbijartinê de dengên xwe bidin û malbat, dost û xizmên xwe yên li Tirkiyeyê teşwîq bikin ku heman tiştî bikin.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû:
“Ev hilbijartin ji bo Kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk in. Tevlîbûna hilbijêrên Kurd wê ji bo têkbirina rejîma Erdogan diyarker be. Ji ber vê yekê em banga xwedî derketina demokratîk ji bo Kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê dikin.”